Çîrokên Dîyarbekira Kelogirî

Pirtûka bi navê Kelogirî ya Murat Özyaşar bi Tirkî bi navê Sarı Kahkaha di sala 2015’an de ji alîyê Doğan Kitapê ve hatiye weşandin.

28 Mart 2019 11:30

Pirtûka bi navê Kelogirî ya Murat Özyaşar bi Tirkî bi navê Sarı Kahkaha di sala 2015’an de ji alîyê Doğan Kitapê ve hatiye weşandin. Kawa Nemir û Selamî Esen jî Sarı Kahkaha  di 2019’an de bi hev re bo zimanê Kurdî wergerand û pirtûk dîsa ji alîyê Doğan Kitapê ve hat weşandin. Murat Özyaşar di wêjeya bi Tirkî de yek ji wan nivîskaran e ku xwîner pirr ji wan hez dikin. Pirtûka ya pêşîn Ayna Çarpmasıyê,ya ku wekî “...wî tê de çîrokên rûbirûbûna li gel dê, bav û dewletê nivîsîne, berhema hewildana bo nîşandana bîrekê bi awêneyê ye û xût ew yek bi xwe ye, bildungsromaneke berevajkî ye...”tê wesifkirin, Xelata Çîrokan a Haldun Taner a 2008’an û Xelata Çîrokan a Yunus Nadi ya 2009’an wergirt. Ev pirtûk bi navê Bîr, bi wergera Mihemed Seîd Aydin, ji alîyê Doğan Kitapê vebi Kurdî hate weşandin. Bi boneya wergerandina berhemên wêjeyî ji zimanên din bo Kurdî divê bihê dupatkirin ku bê guman ev werger milkê Kurdî dewlemend dikin.

Kelogirî ji deh çîrokan pêk tê. Zimanê berhemê sade ye, mijarên wê der barê kesên reşexelq de ne, lê ev zirûf welê ye ku zimên asteng nake, alozîyê peyda nake; dihêle ku ji dilê pêlewanan çi derê, wê yekê li qelemê bide. Berhem ji nava xwe têr e. Carinan bi rêya pêkenîyê, carinan bi rêya axiftinên rojane derdên pêlewanan vedigêrre.

Gîyanekî tûşî tenêmayînê hatî, li bajarên biçûk yan jî li gundan yan jî di nava kesên heman kûçeyê û heman mekanî de, li xwîneran derdikeve. Nivîskar vê rewşa tenêbûnê rasterê bi peyvan yan jî hevokên dîdaktîk venagêrre. Carinan pêlewan bi xwe re dipeyive yan ji bi rêya dîyalogê rewşê dide xuyakirin.Di çîroka bi navê Derabede dîyalogeke wisa heye:

            “Ez dilopan dikim, lê ev cara çendan e em silavê didine heman peyayan Kamil?”

Rasthatina li heman peyayan têkilîyeke xitimî, sakar, cîyê dubarebûnê û acizîyê bi pêş de tîne. Pêlewan rewşa polîtîk a bajêr jî bi rêya dîyalogê bi lêv dike. Li şûna ku meseleyên polîtîk bi rêyeke dîtir bi me bide nasîn yan jî vegêrre, navê meseleyê di nava axiftinê de hildide, û pê re jî pêdivî bi gelek peyv, hêma, daxuyanî û axiftinên sîyasî namîne:

“Bi pirsa xwe ya “Sibehê tu yê çi bifiroşî?” re min destên xwe ranane porê wî.

Sibehê, sibehê çalakîya daxistina derabeyan heye keko” wî got.

Hilo êdî, em jî dikanê bigirin” Kamil got, “hilo, hilo.”

Destên me hildayî mîna ku em radest bibin, daket derabeya zimanê me.”

Bûyera ku di çîroka bi navê Derabede dê biqewime, di çîroka bi navêTeniştde diqewime. Nivîskar van her du çîrokan wisa bi hev ve girê dide.

Piştî van hemû hezik û helemînan, li bajêr çalakîya daxistina derabeyan sax sê rojan berdewam bû.”

Nivîskêr bajar û gund wekî mekan hilbijartine. Li bajêr, “...derabe sê rojan tê daxistin... Dewletê mîna çileyê zivistanê dakuta ser bajêr...” Li gund, “...hukimatê bi top û tivingên xwe ve êrîş bikira, xwînê dena xwe bida çeman yan jî hestîyên di bîran de, yên ku bo piştî hezar salekê têne veşartin, bihatana dîtin, xelqê gund radihêla tivinga xwe, derdikete ser bilindtirîn girê gund yan jî asêtirîn berpala çîyê, bê mefer gulle li esmên, li Xwedê direşand...” Nivîskar rewşa polîtîk a di civakê de wisa eşkere dike. Ji van peywendîyan rewşa civakê ya li bajêr û gund derdikeve holê. Şirove çu hewce nake, bes vedigêrre. Şiroveyê û tehlîla rewşa civakê ji xwîneran re dihêle.

Derd û kulên mirovî xelas nabin. Bê guman nivîskar in ên ku bi baştirîn şêweyî ji van derd û kulan fam dikin. Çîrok jî ew alav e ku derd û kulên mirovî pê bêne gotin û nivîsîn. Berîya her tiştî, di çîrokê de êşa mirovî, hal û gîyanê mirovî têne gotin û nivîsin. Di zemanê berê de jî wisa bû. Di vî zemanê modern de jî wisa ye. Di nava civatên gelên rojhilatî de çîrok exleb bi şêweyekî devkî dihatine gotin. Niha nivîskî ye, êdî şêweyê devkî kêm bûye. Helbet şêweyê devkî xelas nabe, lê şêweyê nivîskî heye êdî. Di wêjeya bi Tirkî de jî cureyê çîrokê xurt e. Navên wek Sait Faik Abasıyanık, Vüs’at O. Bener û Sabahattin Ali hene ku, em bibêjin, temsîlîyeta çîroknûsîya bi Tirkî dikin. Van navên geş û bi qas û qudret bingeha çîroka modern a bi Tirkî danîye.

Di wêjeya bi Kurdî de jî, her çi qasî di van salên dawîn de roman bi pêş ketibe jî, çîrok xurt e. Her wiha, ji berê de hin berhemên çîrok ji zimanên bîyanî bo Kurdî her hatine wergerandin. Nivîskarê Kelogirîyê Murat Özyaşar, ê ku bi eslê xwe Kurd e û heta van salan jî li Dîyarbekirê dima, her çi qasî şêwaza çîrokên xwe ji çîroknûsên Tirkan wergirtibe jî, dîsa jî bingeha şêwaza wî ya nivîsînê wêjeya devkî ya bi Kurdî ye, civaka Kurd e. Özyaşar di çîrokên xwe de Dîyarbekirê wekî mekan nîşan dide. Di çîrokên wî de derdê serekî mirov e, êşa mirovî ye, serhatîyên wan mirovan in ku li Dîyarbekirê dijîn. Nivîskar xwe li propagandaya sîyasî danayne, lê derdê ku ev bi dehan salan e gelê Kurd dikişîne di binê hevokên wî re tê xuya dibe.

Nivîskar mexdûrên û ekterên şer di heman çîrokê de tîne ba hev. Çîroka bi navê Şeşaro de behsa kevnegerîlayekî dibe, yê ku jê re dibêjin, ‘Profesor’; dev ji zankoyê berdaye û berê xwe daye çîyê. Profesor axirî di şerekî de tê girtin. Piştî kutabûna cezayê wî yê bi danzdeh salan, li ber derîyê hepsê wî dişînine leşkerîyê. Navê kesê dî ‘Şeşaro’ye. Şeşaro birayê gerîlayekî ye, ku ji ber birayê xwe di nava civakê û malbatê de, li hemberî dewletê xwe mexdûr dîtiye û bi rêyên şaş ve çûye, bi tilyakan xwe ditevizîne. Yekî psîkopat e, hînî dermanê bi her cureyî bûye. Yê dî, Xalo, gelek salan li ser tixûb li ser pişta hêstiran ‘emrê xwe borandiye û girtine ew jî anîne leşkerîyê. Kesê çarem jî vegêrr bi xwe ye. Çar kes ku her çar jî nexalîne. Di vê çîrokê de rewşa çar mirovan tê vegêrran, ên ku ji alîyê civakê û otorîteyê ve hatine mexdûrkirin. Nivîskar meseleyê bi hemdê xwe vedigêrre, kêşeyên çar kesan bi hev ve girê dide. Yanî bingeha arîşeyên her çar kesan jî heman tişt e: Coxrafya. Tişta ku wan çar kesan dike nexalî ew coxrafya ye ku Kurd lê dijîn, û civaka Kurdan e. Madem mekanê ku em lê dijîn ji alîyê dewletê ve nayê nasîn, me bê gav dihêle ku em bibine şoreşger, qaçaxçî û esrarkêş, em ê di orta mekanê wan de ji xwe re mekanekî bi dilê xwe ava bikin. Em ê coxrafyaya xwe di nava wan de ava bikîn. Çi qasî jî cigare qedexe be li eskerîyê, em qedexeyê nas nakin û em ê çîrokên xwe wekî xwe û bi dilê xwe bibêjin. Em ê wekî xwe bikenin, wekî xwe derewan bikin. Ev jî serhildanek e li hemberî desthilatê.

Nivîskar, li nik vê yekê, babeta desthilata di nava civakê de bi rêya çîroka bi navê Kûd vedigêrre. Ekberê seqet, ku hê jî nebûye ‘mêr’, diçe kerxaneyê da ku bibe ‘mêr’. Li wir daxwaza wî pêk nayê, bi awayekî dilşikestî vedigere malê. Li malê keçxaltîya wî tê nik wî. Gava diçe ser cîyê xwe, keçxaltîya wî tê ba wî. Ekber her tiştê jê re bûyî hesret bi rihetî bi wê re dike.

“Ji saetan saetek bû, ku êdî şevê mil dida beyanîyê. Keçxaltîya min kete hundir bêyî ku teqînîyê ji derîyê jûra min bîne, bi biryardarî derî asê kir. Bi hemû baperestî û pîyarîya xwe ve xwe qelizande ba min, got, “huşşş” û xwe şîşî hembêza min kir. Kirasê xwe yê xewê di nava nivîn de ji xwe şiqitand. Pê re jî min gupegupa dilê xwe bihîst.”

Hezkirina ji tiştekî bi zorê hasil nabe. Heke dilê du mirovan şabûnê bixwaze, bila li ser cîyê Ekberê seqet be, ne ku li cîyekî dî. Bila bi dilê wî be, ne ku li ser daxwaza Refîq yan jî civakê yan jî desthilatê. Di vê çîrokê de desthilatê dora Ekberê seqet bi her awayî girtiye û ew hişkehişk dorpêç kiriye. Desthilata hevalên wî, desthilata civakê, desthilata jinên li kerxaneyê. Li hemberî vê bi tenê rêyek heye li pêşîya Ekberê seqet; îspat bike ku ew jî ‘mêr’ e. Qebûlbûna ‘mêrbûn’a yekî di ser jinan re û bi xêra jinan e. Di rastîya xwe de Ekberê seqet vê yekê red dike. Bi saya keçxaltîya xwe dorpêçkirin û bandora desthilatê ji holê radike.

Nivîskar di çîrokên xwe yên mayîn de jî qala jîyana mirovên ji qismê reşexelq, meseleyên polîtîk î kartêker li ser civakê, alozî û qerqeşûnê dike, lê weku Semih Gümüş jî gotî, bi rêya ‘hevokên nexemilandî’derdê xwe tîne zimên. Di çîroka dawîn a bi navê Girêkde nivîskar derdê dilê xwe, yan jî manîfestoya xwe, wiha tîne:

“De hey Dinyayê, betalê, ez niha vê çawa ji te re bikim Tirkî: Ez nemînim!”